Saziya Dije Terorê ya Iraqê diyar kir ku 11 çeteyên DAIŞ’ê li Iraqê hatin girtin.
Saziya Dije Terorê ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku di operasyonên li Iraqê herî kêm 11 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.
Her wiha saziyê di daxuyaniya xwe da zanîn ku çeteyek li Silêmaniyê, 5 li Mûsil, 4 li Kerkûk û çeteyek jî li Selahedînê hatinegirtin.
Hate gotin ku wê operasyonên bi heman armancê dijî şaneyên DAIŞ’ê dewam bikin.



