TRUMP:Qudis wê bimêne paytextek ne parçekirî ya Îsraîlê

Serokê Amerîka Trump plana binavê “peyamana sedsalê” ya ji bo rojhilata navîn eşkere kir.

Trump diyar kir ku wan ji bo planê 50 milyar dolar veqetandine û got;

Ne Filistînî û ne jî Îsraîlî wê li ser xaka xwe dernekevin.

Li hemebrî plana turmp Filistîniyan jî bertekên xwe nîşan da.

Serokê Amerîkayê Donald Turmp bi amadebûna serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahu beşek ji plana “Peymana Sedsalê” a aştiyê ku ji bo rojhilata navîn amade kiribû eşkere kir.

Trump di kongra çapemeniyê de li ser peymanê wiha got:

Îsraîlê gavan ber bi aştiyê ve davêje û Filistînî layîqî derfeteke jiyaneke baştir in.

Ev cara yekemîn e ku Îsraîl destûr dide weşandina nexşeyek pêşniyar ya plana aştiyê Îsraîl-Fîlîstîn ê.

Trump diyar kir ku li gorî navaroka planê “Qudis dê bimîne paytextek ne parçekirî ya Îsraîlê û plana wî derfeta dawî ji bo Filistiniyan e.

Netanyahu jî got:

“Peymana Sedsalê derfeta sedsalê ye û ji dest bernadin.”

PEYMANA SEDSALÊ
FILISTÎNÎ: PLANA TRUMP NAYÊ QEBÛLKIRIN Û WÊ BISER NEKEVE

Piştî daxuyaniya Trump çav zivirîn li ser helwesta Filistîniyan.

Serokê Filistînê Mehmûd Ebas jî bertek nîşanî plana turmp da û got, Ewê Filistîneke bê Qudusê qebûl nekin.

Tevgera El-Hemas bi awayekî fermî ragihand ku ew plana Trump redikin û ewê vê planê bibin bixînin.

Back to top button