Akademiya Şehîd Cuma El Nezal a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Tebqayê dewreyeke perwerdeyê ya bi navê şehîd Mistefa Efrîn ku 34 şervan tev lê bûbûn, bi dawî kir.
Akademiya Şehîd Cuma El Nezal li Tebqayê bi merasîmekê dewreyeke perwerdeyê ya nû ya bi navê şehîd Mistefa Efrîn ku 34 şervan tev lê bûbûn, bi dawî kir.
Dewreyê 50 rojan dom kir û şervanên nû di hêla leşkerî û ramyarî de hatin perwerdekirin.
Nûnerên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê û malbata şehîd Mistefa tev li merasîmê bûn.
Merasîmê bi rêzgirtinê û torana leşkerî dest pê kir. Piştre berdevkê Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Seqir Cirniyê axivî û hemû şervanên nû pîroz kirin. Seqir Cirniyê bal kişand ser erkên ku dikevin ser milê şervanan ji bo azadiya gelê xwe.
Piştî ku şervanan sond xwar, wêneyekî şehîd Mistefa Efrîn diyarî malbata wî kir.



