Karwanê alîkariyên mirovî yên ku ji Ceramana ber bi Siwêda ve diçû, li Derayê rastî êrişeke çekdarî hat.
7 xwebeş hatin revandin û xureka di erebeyan de hate dizîn.
Gelê Sûriyê hîn jî rastî kuştin û revandinê tên.
Bêcezatî û sûcên ku ji hêla dezgehên ewlehiyê yên hikûmeta Sûriya veguhêz jî hîn berdewamin
Di vê çarçoveyê de careke din karwaneke alîkariyên mirovî yên ku ji Ceramana ber bi Siwêda ve diçû, li Derayê di bin kontrola hêzên hikumeta veguhêz de rastî êrişeke çekdarî hat.
7 xwebeş hatin revandin û xureka di erebeyan de dizîn.
Li gorî çavkaniyên xwecih, komeke çekdar li nêzî benda kontrolê ya hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyê karwan sekinand, xwebeş û erebe revandin.
Çavkaniyan destnîşan kir ku ji revandiyan 3 kes hatine berdan.
“Hikûmeta veguhêz îdia dike ku çekdarên eşîran li pey vê bûyerê ne”
Her wiha heman çavkaniyan da zanîn ku ji bo berdana revandiyan peywendî didomin û rayedarên hikumeta veguhêz îdia dike ku çekdarên eşîran li pey vê bûyerê ne.
Jixwe ev nêzî mehekê ye karwanên alîkariyan ji bo Siwêda li herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta veguhêz de dorpêçkirî ne.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 8ˊê Tebaxê de li nêzî gundê Sehwa El Qemih yê Derayê karwana Heyva Sor rastî êrişekê hat.


