Malpera nûçeyan a Entekhabê lîsteyek parêzgehên ku îro ango 13’ê Tebaxê, wekî girtî hatine ragihandin weşndiye.
Ji bo hevsengiya germahiyên bilind ên ku bandorê li welêt û xerckirina enerjiyê dikin, dê saziyên giştî yên li van parêzgehan îro werin girtin.
Li Îranê, bi germbûna hewayê re, pratîkên teserûfa enerjiyê zêde bûne.
Li paytext Tehranê, di demên dawî de li gelek herêman ji bo pêşîgirtina xerckirina zêde ya enerjiyê, rojane du saetan qutbûna elektrîkê tê kirin.
Di van rojên germ de, dema ku daxwaza enerjiyê ji ber zêdebûna karanîna klîmayan digihîje lûtkeyê, rayedar pir caran ji gel dixwazin ku çavkaniyan teserûf bikin.
Li Holandayê hişyariyek ji bo germahiya zêde hat dayîn
Her wiha Enstîtuya Holandayê ya ji bo Tenduristiya Giştî û Jîngehê (RIVM) ragihand ku ji îro pê ve li seranserê welêt germahiyên zêde têne hêvîkirin û ku “Plana Hewaya Germ” dê were bicîhanîn.
Daxuyaniya Enstutiyê teqezî li ser pêwîstiya hişyariyê ji bo kesên bi nexweşiyên kronîk û kal û pîran kir, û bang li tedbîrên li dijî germahiya zêde kir.
Di çarçoveya planê de ji welatiyan hat xwestin ku li malên xwe bimînin, gelek av vexwein û her gava ku gengaz be li siya bigerin.
Enstîtuya Holandayê destnîşan kir ku nexweşxane û navendên tenduristiyê dê di moda amadekariyê de bin û xizmetên awarte dê di bin Plana Germê de werin xurt kirin.
Her wiha enstîtuyê teqez kir ku welatiyên ji 75 salî mezintir û yên bi nexweşiyên kronîk ên wekî nexweşiya dil û nexweşiyên nefesê divê tedbîrên zêde bigirin.
Bi bicîhanîna Plana Germê re, welatiyan ji bo sarbûnê berê xwe dane park, qadên vekirî û hewuzan.
Spanya bi pêla germahiyê ya din re rû bi rû ye
Li aliyê din Ajansa Meteorolojiyê ya Dewleta Spanyayê hişyarî dide ku germahiya zêde dê ji hefteyekê zêdetir berdewam bike.
Germahî li gelek deverên welêt ji 43 pileyê derbas dibe û herî kêm 25 pileyê be.
Spanyayê meha Tebaxê bi pêla germahiyê ya dijwar dest pê kir.
Duyemîn pêla germahiyê ya mezin a havînê li Spanyayê roja Yekşema borî ango 3’ê Tebaxê, dest pê kir.



