Almanya, Îngilistan û Fransayê dan zanîn ku têkildarî bernameya nukleerê ya Îranê ger heya dawiya meha Tebaxê çareseriyek neyê peydakirin, ew amade ne li dijî Îranê dubare serî li pêkanînan bidin.
Nameya ku ji aliyê her sê welatan ve ji Neteweyên Yekbûyî re hatî şandin, nûçeya ku beriya niha li ser Rojnameya Financial Timesê hatî weşandin, piştrast kir.
AFP’ê jî name bi dest xistiye û di nameyê de Wezîrên Karên Derve yên her sê welatan diyar dikin ku ger Îran heya dawiya meha Tebaxê nexwaze li ser çareseriyeke dîplomatîk li hev bike yan jî derfeta demdirêjkirinê bi kar neyne, ew amade ne ku li dijî Îranê dubare serî li hemû pêkanînên navneteweyî bidin.
Her wiha ji bo ku bi rêya danûstandinan çareserî were bidestxistin ew ê hevdîtinên xwe bidomînin.



