Pentagonê ragihand ku di nava hikumeta veguhêz de endamên rêxistinên terorîst ên wekî “Huras El Dîn, Qaîdeyê” hene.
Ji ber vê dibe ku rêveberiya DYA’ê cezayan li ser hikuemta veguhêz raneke.
Di nava Artêşa Hikûmeta Veguhêz de, endamên El-Qaîdê û terorîst hene.
Sazmûaneya wê qels e û parçebûyî ye.
Pentagon di raporeke xwe bi rengekî tûj êrişî vê artêşê dike.
Bi gotina wê, ev artêş xwe dispêre, berpirsên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra) û çend “milîsên sunnî yên tundrew”.
Lewra hişyariyê dide ku koma “Hurras El-Dîn” şaxê xwe di nava Şamê de belav kiriye û bandorê li siyaseta hikûmetê jî dike.
Pentagon di rapora xwe de balê dibe ser Hêzên Sûriya Demokratîk û dibêje ku rewşeke bi vî rengî, dê destê Hêzên Sûriya Demokratîk bihêztir bike û xweseriyê didêyê.
Pentagon, QSD’ê wekî hêza sereke ku parastina wê di berjwendiyên Amerîkayê de dibîne û guhertina helwesta Washingtonê di warê entegrasyona QSD’ê bi Şamê re, ji bo parastina ji gefên Tirkiyê ye.
Fikarên kongreyê û ceza
Ji ber vê çendê, vê gavê sivikirina cezayan ji ser Şamê, bûye cihê fikarên berpirsên Amerîkayê, lewra, Pentagon dibêje ku ji niha û şûnde, rakirina cezayên din zehmet e û rê nade hikûmeta veguhêz ku peymanên aborî jî girê bide.
Di heman rapora Pentagonê de tê eşkerekirin ku çavê Israîl li Başûrê Sûriyê ye û ew dixwaze wê herêmê berfireh bike û dibe hin beşên wê û heta nêzî Şamê jî knotrol bike.



