Li gundewarê Derayê jinek di êrişa çekdarên girêdayê hikumeta veguhêz de hat kuştin.
Çavkaniyên xwecihî, diyar kirin ku çekdarên girêdayê hikumeta veguhêz a Sûriyê yên li gundewarê Derayê ku Siwêda dorpêç kirine, du erebeyên li ser rêya Siwêda – Beyrûtê dixebitîn gulebaran kirin.
Li gorî çavkaniyan destnîşan kir ku di gulebaranê de jina bi navê Neda Adil Amir hat kuştin.
Her wiha tê gotin ku di gulebaranê de zirar gihîştiye her du erebeyên , lê di derbarê rewşa kesên din ên di erebeyan de bûn de agahî nehatin parvekirin.



