Artêşa Îsraîlê ragihand ku, bêyî pêxistina fîkên hişyariyê, moşekek Hûsiyan ji Yemenê avêtiye bê bandor kir.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku doh moşekek ku Hûsiyan ji Yemenê ve avêtiye bê bandor kir.
Artêşê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku “Pergala parastina asîmanî ya Îsraîlê moşeka ku ji Yemenê ve hatiye avêtin bê bandor kir.
Ji 7ˊê Cotmeha 2023ˊyan ve, ji destpêka êrişa tevgear Hemasˊê li başûrê Îsraîlê ve, Koma Hûsiyan bê navber moşekên balistî û balafirên bêmirov ber bi Îsraîlê ve diavêjin û dişînin.
Pergala parastina asîmanî ya Îsraîlê piranî moşek û balafiran bê bandor dike.
Girêdayî mijarê, Hûsî bi tawana keştiyên girêdayî Îsraîlê ne, Hûsî êrişî keştiyên bazirganiyê yên li Deryaya Sor dikin.
Armanca wan ji van êrişan piştgiriyê bidin Filistîniyên li Xezayê.
Îsraîl jî bersiva Hûsiyan bi êrişên dijî nuqteyên wan, dide.



