Cezayê darvekirinê yê li dijî Şerîfe Mihemedî ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve bi temamî hatiye erêkirin.
Hate gotin dadgehê bêyî ku kêmahiyan li ber çavan bigire, cezayê darvekirinê erê kiriye.
Ev yek ji aliyê Parêzerê Şerîfe Mihemedî Emîr Reîsiyan hat piştraskirin.
Çalakvan û kedkara mafên jinan Şerîfe Mihemedî (45) ji bajarê Urmiye ye û li bajarê Reşt dima.
Şerîfe Mihemedî Kanûna 2023’yan bi hinceta ‘propagandaya li dijî dewletê’ hatibû girtin:
4’ê Tîrmeha 2024’an, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.
Piştî wê 12’ê Cotmeha 2024’an, biryara cezayê darvekirinê hatibû xirabkirin.
Lê careke din 13’ê Sibata 2025’an, ji aliyê serokê Şaxa 2’em a Dadgeha Şoreşê ya Reştê Mihemed Goftar ve cezayê darvekirinê ji bo girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî hatibû pejirandin.
Di pêvajoya jinûve darizandinê de, biryara destpêkê ya Dadgeha Bilind, ji ber ku têkiliya bi çalakiyên bi çek nehatibû belgekirin.
Kêmaniyê cûda yên di rapora polîsan de hatibû betalkirin û dosaya car din vegerandibûn dadgehek heman.



