Kesên nenas rûspiyekî êla El Bû Salih (Begare) û hevjîna wî li gundewarê Dêra zorê qetil kir.
Li gorî îfadeyên şêniyên herêmê, 2 kesên li motorsîklêtê siwar bûbûn, gule li erebeya şêx Mûsa berandin û di encamê de şêx Mûsa û jina wî di cih de jiyana xwe ji dest dan.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kantona Dêrazorê ji bo naskirina êrişkeran dest bi lêkolînan û lêpirsînê kir.



