Bi armanca şermezarkirina ambargo û zextên li hemberî penaberên wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûr li bajarê Strasbourgê yê Fransayê Kurdistanî û dostê xwe çalakiyek li dar xistin.
Standek hate vekirin, belavokên agahdarkirinê hatin belavkirin û daxuyaniyek hat dayîn.
Çalakvana di daxuyaniyê de anîn ziman ku, zextên li hemberî xelkê Mexmûrê qebûl nakin.
Her wekî bang li saziyên peywendîdar hat kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin
Şêniyên Wargeha Mexmûrê ji ber zextên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê 31 sal in di şert û mercên herî dijwar de, li wargehê berxwedaniyek bêhempa raber dike.
Her dawî jî, 5’ê Tebaxê, Dewleta Iraqê xwestin bi gefên leşkerî derdora wargehê bi têlan dorpêç bikin.



