Rojnamevanê Tirk Mumtazer Turkone diyar kir eger şerek li Sûriyê biqewime û Tirkiye jî li cem hikumeta Şamê cih bigire wê pêvajoya li Tirkiyê jî nemîne.
Turkone ji Tirkiyê xwest rola navbeynkariyê bilîze û şaşiyan neke.
Rojnamevanê Tirk Mumtazer Turkone, derbarê buyer û pêşketinên li Sûriyê û bandora wê ya li ser pêvajoya aştî û civaka demokratîk de axivî.
Turkone da zanîn pêşketinên li Sûriyê ku diqewimin ji bo pêvajoya li Tirkiyê fikaran ava dike û got,
“Eger di navbera QSD’ê û rêveberiya Şamê de şer biqewime û Tirkiye jî li cem Şamê cih bigre wê pêvajo nemîne. Sedema pêşîn ya pêvajoya li Tirkiyê jî pêşketinên li Sûriyê bûn. Ya ku ji îro şûnde jî berdewamkirina pêvajoyê misoger bike pêşketinên li Sûriyê ne.”
Turkone: Tirkiye jî û QSD jî wê xeletiyan nekin
Turkone da zanîn şerekî muhtemel yê li Sûriyê wê gelek tiştan bi Tirkiyê û QSD’ê bide windakirin û dibêje,
“Wê feydeya şerekî ji bo kesî nebe. Hêza leşkerî ya Hikumeta Şamê ya ku li dijî QSD’ê bikeve nava tevgerê tune ye. Ew gelekî muhtacê derve ne. Divê her du alî jî şaşiyan nekin. Tirkiye jî divê her du aliyan li hev bîne. Lê dema vê gavê bavêje jî divê li gorî peymana 10’ê Adarê tevbigere û şaşiyan neke.



