Yek ji şêxên Dêrazorê şêx Emar Hidawî derbarê geşedanên dawî û derxistina fitneyê, sorkirina eşîrên herêmê li hemberî QSD’ê peymeke bi deng parve kir.
Rûspiyê bajarokê Şihêl şêx Emar El-Hidawî derbarê derxistina fitneyê di navbera kurd û ereban de her wiha sorkirina eşîran li dijî QSD’ê de peyameke deng parve kir.
Şêx Emar El-Hidawî got ku hinek kesên kirêkirî li ser navê eşîran siyasetê dikin û wiha dewam kir:
Şêx Emar El-Hidawî: Rakêşî nava fitneyan nebin
Mixabin! Xortên me dibin qurbanên banga şêxeşîrên kirêkirî yên bi ser Şamê ve.
Ew kesên ku li ser sosyal medyayê banga şer li Dêrazorê dikin, xwedî planên qirêj in.
Şêx Emar El-Hidawî got ku ji dema rejîma Baasê li Şamê hilweşî ve şerekî taybet li dijî herêma me tê kirin û wiha anî ziman:
Xîtabên wan vala ne.
Ew nûnertiya eşîrên Dêrazorê nakin.
Dixwazin tevliheviyê derxin û derbasî herêmên me bibin.
Me ji aliyê xwe ve bang kir ku nebin qurbanên van bangan, wê çaxê em bi xiyanetê bi nav kirin.
Lê piştî wê bi demekê nas kirin ku eger bi bangên wan tevbigerîna, wê bibûna qurban.
Şêx Emar El-Hidawî da zanîn ku kesên daxuyaniyan li ser navê me didin, me teşhîr dikin û gefan li me dixwin û wiha pêde çû:
Em wan kesan baş nas dikin ku berê çi kar kirine û çi nekirine.
Em rê nadin wan kesan ku aramî û ewlehiya herêmê têk bibin.



