Li ser rêya Dera û Siwêdayê ajokarê kamyonek barhilgir hate kuştin. Li ser rêya Besra El Şam û Kehîl jî komên girêdayî hikûmeta veguhêz jin jî di nav de 8 kes revandin.
Li gorî agahiyên ji çakaniyên xwecih hatin wergirtin, îro li çerxeriya Xerba ya di navbera parêzgehên Dera û Siwêdayê de çekdaran gule li kamyonek barkirî, barandin. Di encamê de ajokarê ji Şamê bû jiyana xwe ji dest da.
Beriya wê bi çend saetan hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê di navbera Siwêda û Ceremana de li ser rêya Deraa 2 otobusên rêwiyan gulebaran kirin. Di encamê de zarok û jin jî di nav de hejmarek kes birîndar bûn.
Rewşa hinan giran e.
Li ser rêya Besra El Şam û Kehîl a Dera ya rojhilat de jî komên girêdayî hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê otobuseke rêwiyan a ji Siwêda derketibû Sehnaya Şamê rawestandin. Çekdaran jin jî di nav de 8 kes revandin.
Zêdebûna bûyerên êriş û gulebaranan li ser rêya di navbera Deraa û Siwêda asta zêde ya metirsiyan diyar dike. Ji van bûyeran rewşa bê aramiya li herêmê nîşan dide.



