Şaredariya Gel a Dêrikê bi civînekê kar û xebatên xwe yên 6 mehên derbasbûyî, nirxandin.
Her wiha pêşniyarên derbarê projeyên ku dê li gorî plansaziyê pêk bîne, girtin.
Civîn bi beşdariya şêniyên bajêr, hevserokên komînan, endamên sazî û meclisên sivîl bi rêve çû.
Hate zanîn ku armanca civînê pêşkêşkirin û nirxandina xebatên nîvê salê û berhevkirina pêşniyarên şêniyan ji bo destnîşankirina projeyên sala 2026’an e.
Her wekî teqezî li ser amadekirina plansaziyeke giştî li gorî pêşniyarên komînan hate kirin.



