Li Grenchenê ya Swîsreyê ji bo fermandar Nûredîn Sofî û hevalên wî ên şehîd, merasîmeke bibîranînê hate lidarxistin.
Di merasîmê de hate destnîşankirin ku ji bo têkoşîna şehîdan bigihêje serkeftinê, berxwedan wê dewam bike.
Li bajarê Grenchen yê Swîsreyê, ji bo şehîd Nûredîn Sofî, Koçero Urfa, Bahtiyar Gabar, Azad Ararat û Kanîwar Mêrdîn, merasîmeke bibîranînê hate lidarxistin.
Merasîm li salona Oskar Palace pêk hat û ji bilî malbatên şehîdan, bi sedan Kurdistanî jî beşdarî merasîmê bûn.
Di Merasîmê de gelek axaftin hatin kirin û kesên axivîn gotin:
Şehîdên ku em îro li vir bi bîr tînin, xwedî kedeke mezin in. Divê em layiqî wan bin.
Em ê têkoşîna şehîdan bigihînin serkeftinê
Em ê pêvajoya aştî û azadiyê ya ku Rêber Apo dest pê kiriye heta dawiyê bidomînin.



