Amnesty Internationalê da zanîn ku Îsraîl bi armanca têkbirina Filistiniyan a bi fîzîkî serî li polîtîkayeke birçîhiştinê ya bi zanebûnî dide.
Rêxistina mafê mirovan îro daxuyaniyek da û diyar kir ku polîtîkayên ku Îsraîl ev 22 meh in li Xezeyê bi rê ve dibe ”perçeyeke komkujiyê ne.”
Di daxuyaniyê de ev yek hatin gotin:
”Birçîbûn û mirinên li Xezayê ne encameke tesadufî ya operasyonên leşkerî yên Îsraîlê ne, encamên plan û polîtîkayên bi zanebûnî ne.
Îsraîl, şert û mercên jiyanê bi awayekî zanebûnî li Filistiniyan fez dike ku wan bi awayekî fîzîkî têk bibe.”
Amnesty diyar kir ku daneyên ji şahidan hatine wergirtin jî van yekan piştrast dikin.
Îsraîlê beriya niha îdîayên Amnesty International weke ‘derewên bêbingeh” pênase kiribûn.
Navenda rêveberiya sivîl COGAT’ê jî, di daxuyaniya xwe ya 12’Tebaxê de diyar kiribû li li Xezeyê pirsgirêka birçîbûnê tune ye û daxuyaniyên Hamasê yên têkildarî mirinên ji ber birçîbûnê red kiribûn.



