Daxwazên xelkê Dugurê ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve nehatibûn bicîhanîn, niha ji Şaredariya Gel a Rêveberiya Xweser a Şengalê ve tê bicîhanîn.
Niha jî şaredariyê li Dugurê di çarçoveya amadekariyên zivistanê de dest bi xizmetê kiriye.
Li ser daxwaza gel û malbatên nû vegeriyane, şaredariyê li Komalgeha Dugurê dest bi sererastkirina rêyan kiriye.
Ev nêzî heftiyekê ye şaredarî dest bi xebatên xwe kiriye û heta niha gelek rê hatine sererastkirin.
Welatiyên herêmê kêfxweşiya xwe bi gava şaredariyê anîn ziman.
Welatiyê bi navê Dawid Yûsif diyar kirin ku wan gelek hewl dane hikûmeta Iraqê xizmetê bide wan, lê heta niha tenê Şaredariya Gel xizmetê ji wan re dike.
Şaredariya Gel: Me li ser daxwaza xelkê bi lez dest bi xebatên xwe kirin
Her wiha welatiyê bi navê Xalid Mişkan jî sipasiya şaredariyê kir ku anî ziman ku ew ê di zivistana îsal de bi saya şaredariyê bi rehetî herin û werin.
Herî dawî endamê rêveberiya Şaredariyên Gel a Şengalê Silêman Kito destnîşan kir ku wan li ser daxwazên gel bi lez dest bi kar û xebatên xwe kirin.



