Di 8’ê Tebaxê de li Qesra Spîdi navbera Azerbeycan û Ermenîstanê de Rêyan Navneteweyî ya Trump ji bo Aştî û Aramiyê hat îmzekirin.
Derbarê vê rêyê de fikarên Îranê hene ku berjwendiyên wan bixe xeteriyê.
Li ser vê Ermenîstanê hewl dide fikarên Îranê li ser Korîdora Zengezûrê sivik bike.
Piştî rêkeftina xwe ya bi Azerbaycanê re, Ermenistan hewl dide ku fikarên Îrana cîran ên derbarê Korîdora Zengezûrê de sivik bike.
Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşînyan, li Erîvanê mazûvaniya Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkian kir.
Paşînyan diyar kir ku kontrola korîdora ku dê Azerbaycanê bi rêya Ermenistanê bi Nexçîvanê ve girêbide, dê di destê wan de be.
Paşînyan got “Rêyên ku di Ermenistanê re derbas dibin dê tenê di bin desthilata Ermenistanê de bin, û ewlehî ji hêla Ermenistanê ve were peyda kirin, ne ji hêla ti welatekî sêyemîn ve.”
Pezeşkiyan, di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê X’ê derbarê hevdîtinên xwe yên Erîvanê de, diyar kir ku “divê fikarên derbarê hebûna hêzên sêyemîn li nêzî sînorê me yê hevpar bi tevahî werin çareser kirin.”
Îran ditirse ku ev projeya ku bi fermî wekî “Rêya Navneteweyî ya Trump ji bo Aştî û Aramiyê” tê zanîn, dê herêmê bixe bin kontrola Amerîkayê.
Rêya Navneteweyî ya Trump ji bo Aştî û Aramiyê beşek ji peymana ku di 8’ê Tebaxê de li Qesra Spî di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de hat îmzekirin e, ku armanca wê bidawîanîna şerê bi dehan salan e.
Vekirina vê rêyê, ku wekî Korîdora Zangezur jî tê zanîn, demek dirêj e daxwaza Bakuyê ye.
Ev yek dê rê bide Azerbaycanê ku bigihîje Komara Xweser a Nexçivanê.
Peymana ku li Qesra Spî hatiye îmzekirin, mafê pêşxistin û xebitandina rêya bi navê Trump ji bo 99 salan da Amerîkayê.
Çima Îran li dijî Korîdora Zengezûrê ye?
Îran, cîranê sînorî yê Azerbaycan, Ermenistan û Tirkiyê ye, li dijî rola Amerîkayê di projeyê de derdikeve.
Piştî ragihandina peymanê, Wezareta Derve ya Îranê diyar kir ku “vekirina rêyên veguhestinê tenê wê demê ku di çarçoveya berjewendiyên hevbeş, mafên serwerî û yekparçeyiya axê de pêk were dê sûdê bide gelên herêmê”.
Îran hişyarî da ku “destwerdanên derve dikarin zirarê bidin ewlehiya herêmê”.



