Li bajarê Winterthur ê Swîsreyê bi pêşengiya Tevgera Jinên Têkoşer Teko-JIN bi dirûşma ‘Bi çanda komun ber bi civaka demokratîk ve’ şeveke çandê hate lidarxistin. Çalakî bi coşeke mezin derbas bû.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo şehîdan, Meclîsa Zarokan a Swîsreyê derkete ser dikê û li ser çanda Kurd şanoyek pêşkêş kir.
Dokûmantera ‘Defter’ a li ser kuştinên kiryar nediyar û konsepta şerê taybet a li dijî gelê Kurd hate nîşandan.
Her wiha di şevê de gelek çalakî ji aliyên komên hunerî ve hatin pêşkêş kirin .
Di çalakiyê de ji bo Festîvala 1’emîn a Çanda Kurd a li Zurichê ya 23’ê Tebaxê banga tevlîbûnê hate kirin.



