Nûnerê eşîra Şêxan Şêx Fehed El Şêxanî komploya fitneya di navbera pêkhateyan şermezar kir.
Fehed El Şêxanî da zanîn ku QSD’ê û Rêveberiya Xweser garantiya rastîn a siberoja Sûriyê ne.
Şêx Fehed El Şêxanî diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi xwişk û biratî dijîn û got:
“Em bawer in ku komploya li dijî herêmên me tê plankirin dê têk biçe.
Ji ber ku em li hember van hewldanan hişyar in.
“QSD’ê û Rêveberiya Xweser garantiya rastîn a siberoja Sûriyê ne”
Ev hişyarî jî bi avakirina Rêveberiya Xweser hate xurtkirin.”
Fehed El Şêxanî anî ziman ku Rêveberiya Xweser û QSD’ê, garantiya rastîn in ji bo tevahiya Sûriyê.



