Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku rojane hezar û 500 bermîlê petrolê li bakurê Helebê tê desteserkirin.
Her wiha teqez kir ku yek ji alîkarên wezîrê enerjiyê yê hikumeta veguhêz û şexsekî bi navê (N.R) vî karî dikin û rojane bi deh hezaran dolar qezenc dikin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyeyê (SOHR), eşkere kir ku rojane nêzîkî hezar û 500 bermîl petrol desteser dikin bi awayekî ne fermî direvînin.
SOHR`ê ragihand ku ev mîqdar bi rêya tankerên taybet ji herêma “El Heraqat” a bajarokê Terhîn ê bakurê Helebê têne veguhastin.
Li gorî SOHR`ê, ev yek di bin çavdêriya alîkarekî wezîrê enerjiyê yê hikûmeta veguhêz û şêxekî bi navê (N.R) tê kirin.
Her wiha SOHR’ê diyar kir ku bi rêbazên destpêkê dikin benzîn û mazot ,Piştre miqdarên hilberandî bi awayekî neqanûnî li bazarên herêmê difiroşin.
Lewma rojane ew kes bi deh hezaran dolaran, qezenc dikin.



