Hêzên Parastina Gel HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya gerîla Serhed Aras Varto yê ku di zivistana 2020’î li Qada Botanê nexweş ket şehîd bû, eşkere kir.
HPG’ê sersaxî ji malbata şehîd û hemû gelê Kurdistanê re xwest û soza pêkanîna xeyalên şehîdan da.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya gerîla Serhed Aras Varto ku di zivistana 2020’î li Qada Botanê nexweş ket şehîd bû, eşkere kir.
HPG’ê diyar kir ku hevrêyê wan Serhed bê navber têkoşiya û bi hunera xwe ya fermandariyê mîrateyeke têkoşînê ji wan re hişt û daxuyanî wiha domand:
“Dîroka gelê me ku bi sedan salan berjêr bûbû, ev rêveçûn bi rabûna Rêber Apo hate rawestandin û rastiya mirovahiyê hate afirandin.
Yek ji van kesayetiya Kurd a nû ya bi pîvanên azadiyê yên Apoyî hate afirandin, hevrêyê me Serhed bû .
Di demekê de ku bi deh hezaran mirov ji bo jiyaneke rehet ji warê pîroz Kurdistanê direviyan, wî bi eşqa welêt a di dilê xwe de berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
Hevrêyê me Serhed ku fedaîtî zû nas kir, lêgerîna xwe ya li jiyana bi wate li ser serê çiyayên Botanê da destpêkirin.
Hevrêyê me ti carî nefikirî ku bisekine, bêhnê vede.
Tenê li wê yekê fikirî bê çawa dikare hîn bêhtir bi kêrî gelê me bê.
Ji ber vê yekê li gelek qadên têkoşînê xwe şareza kir, bû şoreşgerek û fedaiyekî Apoyî ku xwe fedaî gelê xwe kir.
Hevrêyê me li pêşiya têkoşînê ti astengî qebûl nekir, bi vê taybetmendiya xwe fermandareiyeke şareza ya bi rêbaz û tempoya Apoyî kir.
Heta ku şehîd bikeve ev sekna xwe parast, navê xwe li dîroka azadiyê ya gelê me nivîsand.”
HPG’ê di dawiya daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soz da ku di şexsê wî de hêjayî bîranîna hemû şehîdên xwe bin û têkoşîna xwe bi ser bixînin.
Li gorî daxuyaniya HPG’ê agahiyên der barê nasnameya şehîd re wiha ye:
Nasnav: Serhed Aras Varto
Nav paşnav: Yûsûf Coşkûn
Cihê jidayikbûnê: Elmanya
Dayik-Bav: Dilşah-Mehmet Atîk
Dem û cihê şehadetê: 26’ê Adara 2021 / Ka



