Parlementoya Fransayê piştî nakokiyê 50 salan biryar da ku xweseriya girava Korsîkayê nas bike.
Tê payîn ku Parlemento payîzê hinek qanûnan de guhertinan çêke û bi fermî xweseriya Korsîkayê nas bike.
Pêşnûmeya guhertina destûra bingehîn ku hikumetê meha Tîrmehê erê kir meha Cotmehê wê pêşkêşî Senatoyê bê kirin.
Lê belê tê texmînkirin ku piraniya rastgir li ber rabin.
Ji bo pêşnûmeqanûn bê qebûlkirin hem li Meclîsa Neteweyî hem jî li Senatoyê divê heman metn bê erê kirin û piştre ji pênç sê pêwîste endamên Kongreyê bipejirînin.
Hêjayî bi bîrxistinêye ku Eniya Rizgariya Neteweyî ya Korsîkayê ava bû û di nava 40 salan de 4 hezar û 500 êrîş li dijî hikumetê pêk anî.
Lê belê piştî ku rêxistinê sala 2014’an dest ji çekan berda, têkoşîna siyasî derkete pêş û neteweperest li pey hev di hilbijartinan de bi ser ketin.



