Îran ji ber tirsa ku wê Israîl wê dîsa êrîş bike, tetbîqateke leşkerî li ser behrê li dar xist û gef li Israîlê xwar ku ger êrîşî wan bike wê bi moşekên modern bersivê bidin.
Di çarçoveya tetbîqatê de keştiyên artêşa Îranê li ser Kendava Ummanê û Okyanûsa Hîndê moşek avêtine armancên deryayî.
Her wiha hate ragihandin ku keştiyan bi moşekên gerok li armancan xistiye û li ser behrê balafirên bêmirov hatine bikaranîn.
Hêjayî gotinê ye, tetbîqat, çend rojan piştî daxuyaniya Alîkarê Serokkomarê Îranê Muhammed Riza Aref pêk hat.
Aref hişyarî dabû û gotibû ku ”ihtimal heye dubare bi Îsraîlê re şereke din derkeve.
Her wiha 20’ê Tebaxê Wezîrê Parastina Îranê General Azîz Nasirzadeh diyar kiribû ku Îran xwediyê moşekên balîstîk ên modern e û gef li Îsraîlê xwar.



