Li Çînê salvegera 60. ya avabûna herêma xweser ya Tîbetê hate pîrozkirin.
Îro ji bo pîrozbahiyê li herêma Lehasa ya Tîbetê merasimeke girseyî hate lidarxistin û serok dewletê Çînê Şi Jinping jî beşdar bû.
Her wiha ji hêzên leşkerî, sivîlan nêzî 20 kes jî beşdarî merasima pîrozbahiyê bûn.
Herêma Xweser ya Tîbetê piştî Herêma Xweser ya Sîncanê herêma duyemîn ya mezin ya Çînê ye û nufûsa wê jî nêzî 4 mîlyon e.
Herêma Xweser ya Tîbetê di sala 1965’an de awayekî fermî hate avakirin.



