Li gorî nûçeyên ku hatine belavkirin, di pênc rojan de li Hindistanê di karesatên ji ber barana zêde de 21 kes mirine.
Li gorî rojnameya The Times of India, barana zêde li eyaleta Maharashtra bû sedema lehî û erdhejê.
Di navbera 15 û 19’ê Tebaxê de, di karesatên têkildarî barana zêde de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Mumbaiyê, ji ber barana zêde di navbera 400 û 500 kesan de ji cih û warên xwe hatin tehliyekirin.
Baranên Musonê, ku di navbera Hezîran û Îlonê de bandorê li Başûrê Asyayê dikin, her sal dibin sedema karesat û qezayên xwezayî yên mezin, bi taybetî li Hindistanê.


