Girtiyê siyasî yê Kurd Mihemed Şirîn Bozçali piştî 33 salan ji girtîgehê derket û li warê xwe bi coş hate pêşwazîkirin.
Mihemed Şirîn diyar kir azadiya Rêber Apo wê demokrasiyê bîne welat.
Mihemed Şirîn Bozçalî di Tîrmeha sala 1992’an hate girtin û cezayê heta bi hatayê lê hate birîn.
Mihemed Şirîn piştî 33 salan duh ji girtîgeha bajarê Bolu ya Tirkiyê derket û li bajarê Edeneyê bi coş hate pêşwazîkirin.
Wî ji ber ku ferzkirina poşmantiyê ku lê dihate kirin qebûl nekir berdana wî 2 caran hate paşxistin.
“Azadiya Rêber Apo wê demokrasiyê bîne welat”
Bozçalî spasiya kesên ku ew pêşwazî kirin, kir û qala Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û got,
“Bi dawîkirina tecrîdê û azadiya Rêber Apo wê demokrasî bê welat. Pêwîstiya vî welatî bi qasî nan û avê bi demokrasî û aştiyê heye.”



