Ramangerên naskirî, edîtor û nivîskarê Fransî Nils Andersson derbarê banga “Aştî û civaka demokratîk” de ji ANFê re axivî.
Nils Andersson diyar kir têkoşîna Abdullah Ocalan ji ya Antonio Gramsci, Nelson Mandela, Adem Demaci, Georges Abdallah, Marwan Barghouti û Leonard Peltier cûda nîne.
Piştgiriyên ji banga “Aştî û civaka demoqratîk” re ji qada navneteweyî dewam dikin.
Vê carê ramangerên naskirî, edîtor û nivîskarê Fransî Nils Andersson li ser mijarê axivî.
Andersson: Ocalan ji bo mafê gelê Kurd rêyek cuda hilbijart
Nivîskar Nils Andersson diyar kir ku Abdullah Ocalan ji zindan, girtîgeh û têkşoîna Antonio Gramsci, Nelson Mandela, Adem Demaci, Georges Abdallah, Marwan Barghouti û Leonard Peltier cûda nîne.
Nils Andersson pêvajoya heyî nirxand û got:
“Di rewşeke bi vî rengî de Abdullah Ocalan biryar da ku ji bo wergirtina mafên gelê Kurd rêyeke cuda hilbijêre.
Ev rê di wê demê de daxwaza xweseriyê ya li nava dewleta Tirkiyeyê bû.
Lê belê ev daxwaz li helwesta hişk a destnedana sînoran rast hat.
Sînorên navxweyî, sînorên derve… Destdana li van sînoran dogmayek e, ji ber ku îro li mermerê hiqûqa navneteweyî hatiye neqişandin.”
Nils Andersson: Em di asteke bi lez a dîrokê de ne
Nils Andersson destnîşan kir ku di rewşa heyî ya navneteweyî de, li cîhaneke ku gelekî hejiya ye, serûbin bûye ew di asteke bi lez a dîrokê de ne, û got:
“Pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêka Kurdan e; di heman demê de pirsgirêkeke navneteweyî ye.
Ev mesele divê li hemberî meylên şer û êrîşkariya heyî ya li cîhanê, her wiha li dijî hovîtiya tundrewiyê divê bê parastin.
Daxwaza mafê hebûnê yê saziyên Kurdan, mafê xwedîbûna saziyên xwe, mafê hebûna van avaniyan li nava civaka Kurd e.
Ev yek rêya rasteqîn a aştiyê ye.
Li gorî min, di nava şert û mercên heyî de ev rê rêyeke kûr a adîl e.”
Nils Andersson: Avakirina komîsyonê gavek girîng e
Nils Andersson derbarê avakirina komîsyona li Parlementoya Tirkiyê jî axivî û got:
“Gelekî girîng e ku ev hewldan biçe serî.
Ji aliyê meseleya Kurd ve avakirina komîsyoneke bi vî rengî li binê sîwana parlamentê pêşketineke girîng e.
Ji bo serketina vê pêvajoyê, girîng e ku dewlet û saziyên navneteweyî piştgiriyê bidin vê hewldanê û tevkariyê li pêkhatina aştiyê bikin.
Rewşa heyî radixe pêş çavan ku pêvajo wê bi gavên biçûk bi pêş ve biçe.”



