Desteya Hundirîn derbarê tevliheviya doh li zindana Kelasê ya bajarê Hesekê de daxuyaniyek da.
Desteyê diyar kir kir di dema serjimêriya rûtîn, hin girtiyan hewl dan ku tevliheviyê çêbikin û birevin
Lêbelê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn zû destwerdan kirin û karîn rewşê bi tevahî kontrol bikin.
Desteya Hundirîn ya Kantona Cizîrê ragihand ku tu êriş an tevgerek ji aliyê şaneyên çekdar ve li bajarê tuneye.
Tiştê ku qewimî bi hewldanek revîna ji girtîgehê ve sînordar bû.
Her wekî pişterast kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn erkên xwe yên normal ên parastina girtîgehê û bajêr didomînin, û rewş niha aram e û bi tevahî di bin kontrolê de ye.



