Hevseroka Komîteya Danûnstandinan a Bakur û ROjhilatê Sûriyê Foza Yûsif di civîneke diyalogê de diyar kir ku herpênc civînên bi Hikûmeta Veguhêz re behsa mijarên vegerandina koçberan, ewlehî, aborî û awayê entegrasyonê hat kirin.
Foza Yûsif dibêje ku gerek QSD’ê beşeke Artêşa Sûriyê be û nabe komên din ji herêmên cuda werin vê deverê.
Foza Yûsif eşkere kir ku Rêveberiya Xweser bo hevdîtineke nû li gel Şamê amade ye da ku bighêjin çareseriyên adil û demokratîk.
Her wekî da zanîn ku tevî hikûmetê 2 caran civîna Parîsê paş xist, lê navbeynkariya navdewletî ango ya Amerîka, Fransa û Birîtanyayê dewam dike.
Foza Yûsif got ku nenavendî û mafên pêkhateyan û yê jinê, tiştên sereke li ban wan e û jê nayên xwarê.
Her wiha destnîşan kir ku li gor lihevkirinekê divê Hêzên Sûriya Demokratîk beşeke Artêşa Sûriyê be û tu komên leşkerî yên nû derbasî herêmê nebin.
Di nava axaftina xwe de, Foza Yûsif dibêje ku Hikûmeta Nû, nûnertiya tevahiya gelê Sûriyê nake û danezana destûrî ne demokratîk e û ne li gorî mafên pêkhate, jin û komên çandî û zimanî ye.



