Hikûmeta Veguhêz a li Sûriyê, dê pereyên Sûriyê biguherîne.
7 çavkanî û belge, piştrast dikin ku dê hikûmeta heyî diravên nû bo Sûriyê çêke û dê 2 hejmarên sifirê jê rake.
Reutersê eşkere kir ku Banka Navendî ferman daye bankên taybet ku dê di nîvê tebaxê de, wê pereyên nû derkevin û dê hewl bidin aramiya diravî baş bikin.
Reutersê da zanîn ku 5 çavkaniyan ji bankên bazirganiyê jê re gotine wê hejmara sifirê ji pereyan rakin û ev mijarekî pir bi veşartî bi rê ve diçe.
Her wekî gotine ku Sûriyê bi kopmaniya Guznak a Rûs re li hev kiriye da ku pereyên nû çap bike û ev lihevkirin di dema serdana şandeya Şamê bo Rûsyayê çêbûye.
Reutersê got ku lîreya Sûrî derdora 99% ji nirxê xwe winda kiriye û vê gavê her dolarek bi 10 hezar lîreyên sûrî ye.



