Li bajarê Hesekê Akademiya Şehîd Şervan a Hêzên Erka Xweparastinê merasîma derçûna dewreyek nû ya şervanan lidarxist, şervanên derçûn diyar kirin ku ew ji bo parastina xaka xwe amade ne.
Merasîma dawîbûna dewreyê li gundê Mêlebiyê yê bajarê Hesekê hat lidarxistin.
Şervanên ji tevahî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî dewreyê bûn.
Şervanan di dewreyê de perwerdeya leşkerî, siyaysî û îdolojî dîtin.
Endamên Desteya Perwerdeyê, Meclisên leşkerî, malbatên şehîdan û şervanan beşdar bûn.
Kesên axivîn teqezkirin ku parastina destkeftiyên şehîdan erka her ferdekî ye.
Şervanan ji bo parastina xakê û mayînde kirina aramiya herêmê soza domandina rêya şehîdan dan.
Merasîma derçûnê bi gerandina govendê bi dawî bû.



