Di encama êrişeke hewayî de li parêzgeha Selahedîn çend çeteyênb DAIŞ’ê hatine kuştin.
Her wiha stargehên wan jî hatine hilweşandin.
Fermandariya Hêzên Hevbeş ya Iraqê di vê derbarê de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate ragihand ku vê sibehê hêzên wan operasyoneke hewayî li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêk anîn.
Di encama operasyona li devera Wadî Şaî ya dikeve li rojhilatê parêzgeha Selahedîn çend çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.
Her wiha çend baregeh û stargehên çeteyan jî hatin hilweşandin.



