Salek di ser şehadeta rojnamavanên jin Gulisatan Tara û hêro Behadîbn re derbas dibin .
Di rojeke wiha 23’ê Tebaxê de sala par dagirkeriya tirk bi balafirên bi çek a bê mirov her du rojnamevanên jin armanc girtin û şehîd bûn.
Rojnamevanên jin ên şehîd Gulistan Tara û Hêro Behadîn ji bo şopandina xebatên ragihandinê berê xwe dabûn devera navçeya Seyîdsadiq ya parêzgeha Silêmaniyê.
Gelek rojnamevanên şoreşger di oxira azadiyê de canê xwe fedakirin, bi mikrofon, pênûs û kamerayên xwe ala nemiriyê bilind kirin. Nimûneyên van kesên fedayiyên gelê xwe, Şehîd Gulistan Tara û Şehîd Hêro Behadîn’in.
Salek di ser şehadeta rojnamevanên jin Gulistan Tara û Hêro Behadîn re salek derbas dibe.
Rojnamevanên jin ên şehîd Gulistan Tara û Hêro Behadîn ji bo şopandina xebatên ragihandinê berê xwe dabûn devera navçeya Seyîdsadiq ya parêzgeha Silêmaniyê.
Balafirên biçek û bêmirov yên dewleta Tirk a dagirker ew armanc girtin û di 23’yê Tebaxa 2024’an de şehîd kirin.
Gulistan Tara di sala 1983’yan de li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê di nav maleke welatparêz de çavê xwe li jiyanê vekir.
Piştî lêgerîna wê ya heqîqetê, di meha Gulana 1999’an de hemû jiyana xwe fedayî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û Kurdistanê dike.
Gulistan weke jineke têkoşer di qadên cuda de ji bo azadiya gel, welat û jinê xebat meşandiye û têkoşîn kiriye.
Her wisa Hêro Behadîn, li sala 1992’yan li bajarokê Erbet yê parêzgeha Silêmaniyê ji dayik dibe.
Hêro beşê endazyarî yê Zanîngeha Polîteknîk ya Silêmaniyê qedandiye.
Li sala 2018’an li Kampanyaya Chatr weke rojnamevaneke azad dest bi xebatên ragihandinê dike.
Hêro endama Desteya Weşanê û di xebatên di warên weke teknîka kamera, montaj, grafîk dizayn de dixebitî.
Ew qet li ser mafên jinan û rojnamevanên jin bêdeng nemaye. Ew parêzvaneke bihêz ya etîka rojnamevaniyê bû.
Dagirkeriya tirk xwest bi şehîdkirina Gulistan Tara û Hêro Behadîn, Ragihandina Azad li Başûrê Kurdistanê bibe ser lêva mirinê; lê belê berevajî wê armanc û xeyala dijmin bi cî nehatin.
Niha bi dehan ji şangirt û hevalên Gulistan û Tara riya wan dişopînin û têkoşîna ragihandinê û ronîkirina rastiyê dewam dikin.
Ragihandina Azad xwe zêdetir birêxistin kir û toreke xebat û têkoşînê ya berfirehtir vekir.
Niha kamera û pênûsa şehîdan di destê bi dehan rojnamevanên jinên azad de ye ku li gorî prensîbên Ragihandina Azad têkoşîna xwe didomînin û şehîdan ji xwe re weke nexşerêya têkoşîna azadiyê dibînin.



