Li Reqayê di merasîma sersaxiyê ya şervanê QSD’ê şehîd Mihemed El Hîsanî de soza domandina rêya şehîdan hate dayîn.
Ji bo şervanê QSD’ê Mihemed El Hîsanî ku 19’ê Tebaxê li kantona Reqayê li ser erka xwe ya leşkerî şehîd bğbû, merasîmê sersaxiyê hat lidarxistin.
Bi sedan şêniyên kantona Reqayê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî, meclis û komînan herikîn bin konê sersaxiyê ku li Mezreya Hetîn a li rojavayê kantonê hate vedan.
Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevseroka Meclisa Bajarê Hezîma Fatima El Îbrahîm axivî.
Fatimayê piştî dilovanî ji giyanê şehîdan re xwest, got: “Bi xwîna xwe ya pak destanên lehengî û fedaîtiyê nîvisandin, piştre gihaştin mertbeya herî bilind a li cem Xweda. Şehîd sembola berxwedan û rûmetê ne.”
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê Mihemed Ebû Hesen axivî û soza şopandina rêya şehîdan da.
Merasîm bi berzkirina dirûşmên “Bi can, bi xwîn em bi te re ne şehîd” bi dawî bû.



