Komîrya Bilind a Hilbijartinan a girêdayî Hikûmeta Veguhêz a li Sûriyê ragihand ku ew hilbijartinên Parlamentoyê li Hesekê, Reqa û Siwêdayê li dar naxe.
Bi gotina wê, ji ber nebûna şert û mercên guncaw, vê gavê li van hersê deveran hilbijartin nayên kirin.
Bêyî beşdariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Siwêdayê, plan tên danîn ku Hilbijartinên Meclisa Gel ango Parlamentoyê li çend parêzgehên Sûriyê werin lidarxistin.
Komîteya Bilind a Hilbijartinan ragihand ku ew vê gavê hilbijartinan li Reqa, Hesekê û Siwêdayê li dar naxin, çimkî şert û mercên ewlekariyê têrê nakin.
Lê belê, behsa Dêra Zorê nehat kirin û wer xuyaye ku dê sindoqên xwe li gundewarên Rojavayê Dêra Zorê bi cih bikin.
Bi vê re, xelkê li rojhilatê bajar, ji van hilbijartinan bê par dimînin, nexasim ku koordîne bi Rêveberiya Xweser re nahetiye kirin.
Li tenişta vê yekê, pêkanîn û lidarxistina hilbijartinan, li cem pêkhateyên Sûriyê, cihê gumanê ye.
Nexasim ku ji 210 endamên parlamentoyê, dê 70 kes ji hêla Serokê Hikûmeta Veguhêz Ehmed El-Şeri ve werin erkadarkirin û yê din bi rêya komîteyên hilbijartinê werin diyarkirin.
Lê belê, endamên komîteyê jî bi erêkirina Ehmed El-Şeri, tên qebûlkirin.
Her wekî, çend şert û mercên beşdariya di hilbijartinê de jî ji hêla El-Şeri ve hatine diyarkirin.
Ji wan, yê ku xwe wekî namzet nîşan bide, gerek ne alîgirê rejîma berê û komên terorîst be û qet behsa cudakirin û parçekirina Sûriyê nekiribe.
Li gor hikûmetê ragihandiye, dê di nîvê îlonê de, ev hilbijartin werin pêkanîn û xwedêgiravî parlamentoyekî ji bo tevahiya Sûriyê saz bikin.
Lê bi hevrûkirina vê rewşê bi peymana 10’ê adarê ya di navbera Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û Ehmed El-Şeri de, nakokî derdikevin.
Nexasim ku heta niha bendên wê peymanê bi giştî nehatine cîbicîkirin û danûstandin dewam dikin.
Mezlûm Ebdî berî niha di hevdîtineke xwe de got ku di civîna Parîsê de, dê mijara Parlamentoyê jî hatiba gotbêjkirin, lê belê Şamê xwe ji wê civînê vekişand û nehat lidarxistin.
Lewra, bi pêkanîna gavên yekalî ji hêla Şamê ve, avakirina baweriyê bi aliyên din ên Sûriyê re derneg dikeve û ewlehî serwer nabe.



