Nivîsgeha Jinan a Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê kampanyaya “Jiyan hêjayî jiyînê ye” ya bi armanca têkoşîna dijî xwekuştin û hişbirê, bi belavkirina broşoran li ser xekê Hesekê dewam dike.
Di çalakiyê de tîmê belavok li gelek cihên li hundirê bajêr, weke têketin û derketinên sereke yên bajêr, tax û saziyên sivîl belav kirin. Endamên tîmê xeteriyên der barê xwekuştin û hişbirê şîrove kirin, li kêlek wê jî şîretên xweparastinê pêşkêş kirin.
Kampanya girîngiyê dide hişyariya li ser xeteriyên xwekuştinê û bikaranîna hişbirê, di heman demê de bal dikişîne ser girîngiya tenduristiya derûnî û rêbazên xweparastinê, ligel xurtkirina çandina piştevaniya derûnî û civakî bi taybet di nava ciwan û jinan de.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku kampanyaya “Jiyan hêjayî jiyînê ye” di 10ˊê Tebaxê de hat ragihandin û wê heta mehê li kantona Cizîrê dewam bike.



