Xelkê kantona Reqayê sersaxî da malbata şervanê QSDˊê şehîd Hogir Xelîl û soza şopandina rêça wî û pêkanîan serkeftinê da.
Bi dehan xelkê kantona Reqa, endamên saziyên sivîl û leşkerî, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), meclis û komîn, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Malbatên Şehîdan berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Hogir Xelîl.
Kon li pêş mala wî ya li Çerxerêya “Emin El Dewlê” hat vedan.
Şervan Hogir Xelîl di dema pevçûnên bi komên çekdar ên çekdar re li taxa Beyatire ya naverasta Reqayê de, di 20ˊê Tebaxê de şehdî bû
Di merasîmê de ji fermandarên QSDˊê Sebrî Mihemed axivî û sersaxî da malbata şehîd Hogir û got: “Em di bin vê konê sersaxiyê de berxwedana gerîla ya li serê çiyan, berxwedana girtîgehan û têkoşîna Rêber Apo silav dikin.”
Mihemed diyar kir ku “Em çiqas li ser şehîdan biaxivin, em nikarin mafên wan bidinê. Erka îro dikeve ser milê me jî em rêya wan bişopînin û pêk bînin.”
Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Reqayê Zelîxe Ebdî jî axivî û sersaxî da malbata şehîd Hogir û ji terorîstan re got hûn nikarin armancên xwe pêk bînin.
Hevserokê Meclisa Bajarê Reqayê Luey El Îsa jî sersaxî da malbata şehîd û anî ziman ku “Pêdiviya vê herêmê bi fedakariyê heye. Ev fedakarî jî ciwanên wê dikin ku herêmê di aramî û ewlehiyê de be. Em soz didin şehîdên xwe ku li ser şopa wan bin.”
Di dawiyê de diruşmên “Şehîd namirin” hatin berzkirin.



