Nûnerê Amerîkî li Sûriyê Thomas Barrack pêwîstiya Sûriyê bi yekîtiyeke Federal dibîne.
Rojnameya Washington Post duh ragihand ku nûnerê Amerîkî li Sûriyê Thomas Barrack pêwîstiya Sûriyê bi alternatîfên dîtir, di berdêla dewleteke navendî ya hişk qebûl kir.
Bi gotina wî, Sûriye hewceyî tiştekî nêzî federasyonê ye.
Her wiha da zanîn ku ev yek dihêle ku her kes rûmet, çand û zimanê xwe bêyî gefa cîhadîstan biparêze.
Raporê destnîşan kir ku piştî hilweşîna rêjîma baas, yekîtiya Sûriyê rastî zextên giran hat û kêmneteweyên olî û etnîkî yên wekî Durzî, Elewî û Kurd bêbaweriyeke zêde li hember hikûmeta nû ava kir.
Tevî ku El-Şeri soz dane Barek li ser yekîtî û vejînê, lê israra wî li ser dewleteke navendî metirsiyên kêmneteyan zêde kir heta ku li hin deveran banga serxwebûnê dikin.
Dawiya raporê tê gotin, hewldana hikûmeta Şamê a ji bo kontrolkirina hemû xaka Sûriyê bi zorê dê bi ser nekeve, li şûna wê, diyalogeke neteweyî ku hemû pêkhateyên Sûriyê têde beşdar bibin wê baştir be.



