Xelkê bajarê Reqayê cenazeyê şehîd Yehiya Mihemed El Tehiş oxir kirin, beşdarên merasîmê diyar kirin ku ewê heta bi destxistina serkeftinê rêya şehîdan , bidomînin.
Ji bo oxirkirina ceanzeyê şehîd xelkê Reqayê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, şêx û rûspiyên eşîran li goristana Hikumiye kom bûn.
Li ser navê meclisên leşkerî yên bajarê Reqayê Arif Mesteriya têkoşîna şehîdan bibîrxist û got:
“Şehadet, fedakariya di oxira welêt de gelek girîng e.
Em ê li ser soza xwe bin û şopdarên şehîdên xwe bin.”
Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê Ehmed El Şêx sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza parastina destkeftiyên şehîdan da.
Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.



