Li gundewarê Hemayê şewatê qadeke berfireh a daristan û zeviyan daye ber xwe, li hin gundên nêzî şewatê şênî ber bi cihên ewletir ve koçber bûne.
Şewatê qadên berfireh ên zevî û daristanên herêma Sehil Xab ê rojavayê Hemayê daye ber xwe.
Li gelek gundan şewat nêz malan bûye û şênî ji malên xwe derketine.
Çavkaniyên xwecih ragihand ku şewat gihîştiye derdora gundê Tahûna El Hilawa û Eyn El Kerûm.
Tîmên agirkujiyê û parastina sivîl hewl da ku şewatê kontrol bikin û nehêlin ku bigihîje malên sivîlan.
Lê bayê xurt û erdnîgariya asê li pêş vemirandina şewatê dibin asteng.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku li rojavayê Hema û bakurê Laziqiyê jî van salan gelek bûyerên şewatê çêbûne ku di encamê de zirareke mezin hem li çandiniyê hem li daristan û xwezayê kiriye.
Li hember van şewatan hikumeta Şamê berpirsiyar e û tedbîran nagire.



