Dadgeriya Îranê bi tometên cuda, 5 sal, 9 meh û rojek cezayê girtîgehê da sê welatiyên Rojhilatê Kurdistanê.
Hate diyarkirin Purya Nesîrî, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Mihabadê ve bi tometa ‘propagandaya li dijî dewletê’ bi 2 sal û sê meh cezayê girtîgehê hate cezakirin.
Çalakvanekî civaka sivîl Hemîd Çepatî, bi tometa ‘propagandaya li dijî hikûmetê’ bi 6 meh û Şehab Darabî ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Îranê ve bi 3 sal û rojek cezayê girtîgehê hat cezakirin.



