Komîsyona Hevgirtina Netewî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê wê 27 û 28’ê Tebaxê bicive û civînên xwe yên 6. û 7. li dar bixe.
Bernameya civînên 6. û 7. ya Komîsyona Hevgirtina Netewî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya ku di çarçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd de hatiye avakirin. diyar bû.
Hate diyarkirin komîsyon wê 27’ê Tebaxê civîna xwe ya 6. saet 14:00’an li dar bixe. Di vê civînê de wê li serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyê û serokên baroyên din yên bajaran were guhdar kirin.
28’ê Tebaxê jî wê civîna 7. di saet 11:00’an de pêk were û li serokên meclisa Tirkiyê ên berê were guhdarkirin.
Hate ragihandin wê Serokê Meclisa Tirkiyê Nûman Kûrtûlmûş civînan bi rê ve bibe.



