Hat ragihandin wê Şandeya DEM Partî ya Îmraliyê vê heftê biçe giravê bi Rêber Apo re hevdîtinê bike.Piştî avabûna komîsyona li meclisê wê cara ewil şande biçe Îmraliyê.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partî ku ji Parlementerên DEM Partî, Perwîn Bûldan, Mîthat Sancar û Parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tên wê vê heftê bi çin Girava Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin.
Roja hevdîtinê eşkere nebuye. Lê piştî Komîsyona Hevgirtina Netewî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li meclisa Tirkiyê hate avakirin, cara ewil bê şande bi Rêber Apo re hevdîtinê bike.
Tê payîn ku Rêber Apo derbarê xebatên komîsyonê û pêvajoyê de peyamên girîng bide.
Herî dawî Endamê Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan ragihandibû ku meheke hevdîtin bi Rêber Apo re nehatiye kirin û wan agahî jê negirtiye.
Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tûncer Bakirhan jî diyarkir ji 25’ê Tîrmehê ve hevdîtinên bi Rêber Apo re kêm bûne û ev nêzîkatî rexne kir.



