Li Hema û gundekî Dêrazorê ji ber teqîna bermahiyên şer 3 kes mirin. Bi wê re hejmara sivîlên ji 8ˊê Kanûna 2024ˊan jiyana xwe ji dest daye derket 595ˋan.
Li gundewarê Hemayê ji ber teqîna bermahiyên şer di 2 bûyerên cuda de 2 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li bajarokê El Herî ê Bokemalê yê di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de jî, bermahiyeke şer teqiya, di encamê de jinekê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ji 8ˊê Kanûna 2024ˊan û heta îro, ji ber teqîna bermahiyên şer, 595 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Ji wan 13 zarok û 41 jî jin in.
Li kêleka wê jî 637 kes birîndar bûne; di nav de 25 zarok û 17 jin hene.
Li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de 460 kesan jiyana xwe ji dest daye; di nav de 26 jin û 117 zarok hene. 460 jî birîndar bûne; di nav de 191 zarok û 7 jin.
Li herêmên Rêveberiya Xweser jî 40 kes, di nav de 19 zarok û 4 jinan jiyana xwe ji dest daye û 66 kes birîndar bûne, di nav de 45 zarok û 2 jin in.
Li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de 95 kes, di nav de 27 zarok û 11 jinan mirine. 111 kes jî birîndar bûne; ji wan 40 zarok û 8 jin in.



