Serokomarê Tirkiyê Erdogan derbarê pêvajoya aştî û civaka demokratîk de axivî û got, “Em ê nekevin xefikan, em di pêvajoyê de hatine qonaxa dawî.”
Erdogan îro li bajarê Xelatê yê Bakurê Kurdistanê derbarê salvegera şerê Milazgirê de li ser pêvajoyê axivî.
Erdogan dîsa qala tifaqa Kurd, Tirk û Ereban kir û anî ziman bi yekîtî û hevgirtinê wê hemû êrişan pûç bikin.
Her wiha diyar kir derbarê pêvajoyê de ew ê avêtina gavên bi bîryardarî dewam bikin û got,
“Em niha hatine qonaxa dawî. Hinekî din bi sebr û bîryardarî em ê vê qonaxê jî derbas bikin.”



