Welatiyên Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku Rêber Apo û PKK’ê ji bo pêvajoya aştiyê bi wêrekiyeke mezin biryar dan û gotin: ”Ger dewleta Tirk rast nêz bibe, pêvajoya aştiyê dê serbikeve”.
Pêvajoya ku bi banga Aştî û Civaka Demokratîka ya Rêber Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de kirî, berdewame.
Di vê çarçoveyê de Welatiyên Başûrê Kurdistanê axivîn û piştgiriya xwe bi banga rêber Apo anîn ziman.
Kesayetê ji navçeya Şarezûr Omer Axa Heme Emîn da zanîn ku kesên ku li dijî aştiyê radiwestin, li dijî mirovahiyêne û got:
Ger weke gerîlayan, dewleta Tirk jî rast nêzî pêvajoyê bibe, dê proseya şoreşgerî ya gelê me yê li Bakurê Kurdistanê bi sedan sal berdewam bike.
Ez hêvî dikim ku Tirkiye wekî gerîla niyeta xwe ya baş nîşan bide û bi pêvajoyê re rast nêz bibe.
Çalakvanê bajarokê Xurmal Rayan Osman jî dibêje:
Ez hêvî dikim ku hikûmeta Tirkiyê di vê pêvajoyê de gavan bavêje.
Berpirsiyariyeke mezin li ser milê wî ye ku tiştên ku wan di pêvajoya aştiyê de pêşniyar kiriye bicîh bîne.



