Nirxandin û nêrînên cuda di derbarê Komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin de derdikevin.
Welatiyên Enqereyê têkildarî mijarê de axivîn û diyar kirin ku pêdiviya welat bi aştiyeke mayinde heye.
Xebatên Komîsyona “Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê”, berdewam in.
Di serdemeke wiha de beşeke mezin a civakê li bendê ye ku îktîdar û dewlet di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de gavên şênber biavêje.
Welatiyên Enqereyê geşedanên di çarçoveya Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de diqewimin nirxandin.
Welatiyan, avakirina komîsyonê weke “gavekî derengmayî” nirxandin û xwestin aştiyeke mayinde bikeve meriyetê.



